Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNESCO: Jiber Korona Nêzî 300 Mîlyon Xwendekar ji Dibistanan Dûr Mane


Xwendekarên li Endonezî xwe ji korona diparêzin
Xwendekarên li Endonezî xwe ji korona diparêzin

UNESCO da zanîn ku îro li seranserê dinê nêzîkî 300 mîlyon xwendekarên welatên curbicur ji xwendinê dûr mane jiber ku karbidestan jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona dibistan girtine.

Rêvebira Giştî ya UNESCO- Audrey Azoulay da zanîn ku rêjeya astengbûna perwerdê ya li seranserê dinê ti car nehatiye dîtin û ger wija bidome mafê perwerdê dikeve bin xeterê.

UNESCO da zanîn ku got neh dewletên din dibistanên herêmî girtine. Heke ew devleten jî di seranserê welatê xwe dibistanan bigirin, hingê 180 mîlyon xwendekarên din dê ji xwendinê dûr bimînin.

Îtalya heta 15’ê Adarê hemî dibistan û zanîngeh daxistin û bi mebesta rêgirtina belavbûna vîrusê girîngî dide perwerdeya ser înternetê.

Hefteyek berê tenê li Çînê, ku vîrusa korona ji wê derê derketibû, daxistina dibistanan qedexe bûn ew jî nîşan dide ku vîrus çawa bi awayek lezgînî li cîhanê belav dibe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa korona ji Çînê belav bibû û aniha giheştiye 80 welatan û heta niha 95.000 hatine bi vîrusê ketine û pirtir ji 3000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG