Komisyona Bilind a Karûbarê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(UNHCR) di daxuyanîyekê de bixêrhatina ragihandina agisrbesta giştî ya li Sûrîyê kir.
UNHCR a ku siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Îraqê Berhem Salih niha seroktîya wê dike, di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê hat belavkirin de got, “komisyon, piştî pevçûnên dawî li bakur û bakurê rojhilatê Sûrîyê pêşwazîya ragihandina agirbestê dike.”
Wê got ku “Pevçûnan bi sedan malbat neçar kirin ku birevin.”
“Tîmên UNHCR li ser erdê kelûpelên alîkarîyê yên bingehîn belav dikin, navendên pêşwazîkirinê amade dikin û pêdiviyên wan ên mirovî çareser dikin,” Wê got.
Doh Yekşemê serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ agirbesteke giştî li Sûrîyê ragihand ku di nava xwe peymaneke ji 14 xalan vedihewîne.
Komandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) Mezlûm Ebdî çaverê ye îro li Dîmeşqê ji bo vê yekê li gel Şeri’ bicive.