Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Dibêje Li Afganistanê Krîzeke Pir Mezintir Destpê Dike.


Berpirsê giştî yê UNCHR Filippo Grandî
Berpirsê giştî yê UNCHR Filippo Grandî

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Duşemê dîyar kir ku bi derketina ji Kabulê di rojên pêş de bi dawî dibin, li Afganistanê û jibo 39 mîlyon welatî yên wê, ' krîzeke mezintir ya nû destpê dike.'

Berpirsê giştî yê UNCHR Filippo Grandî got ku firokên esmanî yên ji Kabulê ewê di nav çend rojan de biqedin, û trajedîya ku diqewime dê êdî wekî niha xuya neke wî got, "Lê, ewê dîsa jî bo bi mîlyonan Afganîyan rastîyeke rojane hebe. Divê em serê xwe paş ve ne zirivînin. Krîzeke mirovî ya pir mezin hîn niha destpê dike," Grandi got.

Hevdem, Grandî îro careke din banga xwe ya bo vekirina sînoran dubare kir.

Filippo Grandî, bi daxuyanîyekê bang kir ku pêtir welat "vê berpirsyariya mirovahî" bi Îran û Pakistanê re parve bikin, yên ku jixwe 2.2 mîlyon penaberên Afganî dihewandin.

UNHCR heftaya borî ragihandibû ku heya dawîya salê nîv mîlyon Afganî dibe ku welatê xwe biterikînin.

XS
SM
MD
LG