Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: Hejmara Koçberan li Cîhanê ji 100 Mîlyon Kesan Derbas Bûye


Konên UNHCR bo penaberên Venezuelayî li Kolombiya, 28'ê Adar, 2021
Konên UNHCR bo penaberên Venezuelayî li Kolombiya, 28'ê Adar, 2021

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Duşemê ragihand ku hejmara mirovên ku neçar mane ji pevçûn, tunditûjî, binpêkirinên mafên mirovan û çewisandinê birevin, bo cara yekê bi rengekê rekorî ji 100 mîlyon kesan derbas bûye; wek jiber şerê li Ukrayna û pevçûnên din yên kujer.

Berpirsê giştî yê UNCHR Filippo Grandi ser bilindbûna hejmara kesên penaber hişyar da û got "Sed mîlyon jimarek pir bilind ya zelal e - di heman demê de ev hejmareke gelek hişyarker e.Ev rekorek e ku divê qet nehatiba tomar kirin".

Filippo Grandi anî ziman ku divê ev hejmara bilind ji çareserîyê xizmetê bike. "Divê ev bibe banga hişyariyê bo çareserîyê û pêşîgirtina li pevçûnên wêranker, bidawîkirina çewisandinê û çareserîya sedemên bingehîn yên ku mirovên bêguneh neçar dikin ku ji malên xwe birevin," Grandi got.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî herwiha da zanîn ku li seranserê cîhanê hejmara mirovên bi darê zorê ji cîh û warên xwe koçber bûne di dawîya 2021'ê giheştîye 90 mîlyon kesan; jiber pêlên nû yên tunditûjîyê yan pevçûnên demdirêj li welatên wek Etiyopya, Burkîna Faso, Myanmar, Nîjerya, Afganistan û Kongo.

UNCHR got ku ji wê demê vir ve, şerê li Ukrayna zêdetirî 6 mîlyon mirov neçar kirine ku welatê xwe biterikînin û 8 mîlyonên din jî di nav Ukrayna de koçber bûne.

Ajansa NY dîyar kir ku jimara 100 milyonî zêdetirî ji sedî 1'ê tevahîya şênîya cîhanê temsîl dike û ji berhevkirina hejmara penaber, penaxwaz û herwiha kesên ku jiber pevçûnan di nav welatên xwe de ji cih û warên xwe bûne (53.2 mîlyon), pêk tê.

XS
SM
MD
LG