Nûnerê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yê Tirkîyê Philippe Leclerc ragihand ku her hefte nêzî 800 penaberên Sûrî ji Tirkîyê vedigerin welatê xwe, lê şert û mercên li Sûrîyê ne guncaw in ku bi hejmarên girseyî vegerên dilxwazî pêk werin.
Philippe Leclerc dîyar kir ku her hefte nêzî 800 Sûrî - piranîya wan bitenê sere xwe-ji Tirkîyê vedigerin heremên curbecur yên bakurê Sûrîyê, lê gelemperîya Sûrîyan bawer dikin ku wê li Tirkîyê bimînin jiber ku rewşa wan ya aborî ji Sûrîyê baştir e.
"Mirov bawer dikin ku siberoja wan ne li Sûrîyê ye, jiber pêşketinên ku me pir hindik dîtine,"Leclerc got.
Wî herwiha destnîşan kir ku şert û mercên sîyasî, civakî û aborî ya li Sûrîyê xirabtir dibin.
Karbidestên Tirk dibêjin ku niha derdora 3.7 mîlyon penaberên ji Sûrîyê li Tirkîye hene û hikkûmet ser planên şandina wan dixebite.
Hikûmeta Serok Tayyîp Erdogan ragihand ku ewê li bakurê rojavayê Sûrîyê nêzî 1 mîlyon penaberên Sûrî di xaniyên ku çê dikin de bi cîh bikin.
Rexistinên navneteweyî û welatên din heya niha ser plana Erdogan ti piştgirîya cwe ranegihandine û nûnerê UNHCR dîyar kir ku şert û mercên li Sûrîyê ne guncaw in ku bi vegerên girseyî bi dilxwazî pêk werin.
"Asta nezelalîyê ya li Sûrîyê van rojan derfeta vegereke girseyî ya dilxwazî nade," Leclerc got.