Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Rewşa Venezuela Hişyarî Dide


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet hişyarî da ku kêşeya li Venezuela dikare ji kontrolê derkeve û ‘’encamên pir xirab’’ pêk werin.

Bachelet da zanîn ku hin jêderên xurt ji wan re ragihandîye ku hêzên hikûmetê 20 kes kuştine.

Wê karbdiestên ewlekarîyê yên Venezeula ser karanîna tundûtûjîyê şermezar kir û bang li bîragiştî kir ku derbarê nûçeyên kuştinê vekolîeneke serbixwe bidin destpê kirin.

Amerîka bang li Civata Ewlekarî ya NY’ê kiribû ku roja Şemîyê ser Venezuela demûdest kom bibe.

Di civîna demûdest de dê Wezîrê Derve Mike Pompeo, nûnertîya Amerîka bike.

XS
SM
MD
LG