Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF Bang li Cîhanê Dike ku Zarokên Bîyanî yên li Girtîgeha Giwêran Derxînin


Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kir ku karbidestên rexistinê serdana girtîgeha Giwêran ya li Hesekê kir ya li bakurê rojhilata Sûrîyê kirine.

Nûnerê UNICEF'ê yê Sûrîyê, Bo Viktor Nylund ragihand ku serdan roja Şemîyê pêk hati û wan bi zarokên li girtigehê peyîvîn.

"Em bi zarokên ku bûne şahidên şer û pevçûnên 10 rojan di navbera Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) û çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bûne axifîn. Tevî hin xizmetên bingehîn yên ku niha têne peyda kirin, rewşa van zarokan ne aram e," Nylund got.

Li girtîgeha Giwêran ya li Hesekê pirtir ji 3.000 girtîyên DAIŞ’ê hene ku 600 ji wan zarok in.

Girtîyên ji 18 salî biçûktir cuda dihatin girtin, lê dema ku çekdarên DAIŞ'ê di 20'ê Rêbendanê de avêtin ser zindanê, her du kom tevlîhev bûn. Hin girtî revîn, lê tevî zarokên girtî yên din, di dema pevçûnan de dîl hatin girtin.

"Divê zarok ji destpêkê ve qet li girtîgehê nebûna. Em jibo xweşhalî û lênêrîna wan zarokan dixebitin. Em wek UNICEF bang li hemû alîyên peywendîdar dikin ku çareserîyên demûdest yên di berjewendîya zarokan de bibînin."

Nylund got ku UNICEF amade ye ku bo lênerîna zarokên ku rewşa wan hesas in, yên ku hin ji wan 12 salî ne, piştgirîyê bide cîhekî nû yê ewle li bakurê rojhilata Sûrîyê were peyda kirin.

Wî bi berdewamî got ku wêranîya li derdora girtîgehê girîng e û malên wêrankirî li ser 30.000 kesan bandorê dike.

Nylund dîyar kir ku divê hemê hewlên bo pêşkêşkirina alîkarîya demûdest were destek kirin.

"Divê zarok ti car jiber têkilîya bi komên çekdar re neyên girtin. Zarokên ku bi komên çekdar re têkildar in û ji hêla wan ve têne leşker kirin divê her dem wekî qurbanîyên pevçûnan werin hesibandin," Nylund got.

Wî da zanîn ku UNICEF daxwaza berdana demûdest zarokan li tevahîya navendên desteserkirinê yên li seranserê bakurê rojhilata Sûrîyê dike û radestkirina wan bo ajansên parastina zarokan dixwaze.

Nylund got ku UNICEF bang li welatên endamên zarokên bîyanî dike ku wan vegerînin welatê xwe.

Bi salan e ku hin dewlet vegerandina zarokên girtî yên li Sûrîyê red dikin, lê karbidestên Revebirîya Xweser fîkarên xwe dîyar dikin ku dibe ku meyla wan ya ber bi tundrê hebin.

"UNICEF amade ye ku pêyvajoya vegerandina demûdest û sîstematîk ya zarokên bîyanî û vegerandina zarokên li Sûrîyê ji welatên wan re hêsan bike,.

Nylund nerazîbûna xwe dîyar kir ku pêyvajoya vegerandin û entegrasyona zarokên ku li Sûrîyê asê mane pir hêdî ye û ew jî cîhê xemê ye.

Serdana UNICEF'ê du rojan piştî kuştina rêberê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî hat ku di êrîşeke Amerîkî de li mala xwe ya li gundê Atmê ya li herema Îdlibê, li bakurê rojavayê Sûrîyê hatibû kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden ragihandibû ku Qureyşî berpirsê êrîşa ser zindana Giwêran ya li Hesekê bû.

XS
SM
MD
LG