Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Înê ragihand ku bo pirtir ji 100 hezar zarokên li Tîgray ya Etîyopya metirsîya birçîmanê heye.
UNICEFê da zanîn ku ew rîsk bo 12 mehên li pêş xuya dibe û dîyar kir ku li Tîgrayê bo zarokan rîska birçîmanê îsal 10 qat zêde bûye.
Berdevika UNICEFê Marixie Mercado piştî vegera li Etîyopya li Cenevrê da zanîn ku jinên ducanî û dayikên şîr didin zarokên xwe jî bi qasî bo wan pêwîst e xwarinê nabînin.
Mercado dîyar kir pêdivîya zarokan û jinan bi alîkarîyeke demûdest heye û divê rê li ber karên wan vebe.
Wê bang li hikûmeta Etîyopya kir ku destûrê bide û dîayr kir ku pêdivîya tîma NY ya li wî welatî bi ekîpmanên ragihandinê heye.