Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Jiyana 24 Mîlyon Zarokan li Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîqa di Metirsiyê De Ye


Rêxistina UNICEF ya girêdayî Netewên Yekbûyî dibêje, şer û pevçûn û duberiyên li rojhilata navîn û bakurê Afrîqa bûne sedema metirsiyê liser giyanê mîliyanan zarokan.

UNICEF îro Çarşemê d raporteke xwe de ku, liser malpera wê ya fermî hatiye weşandin dide zanîn ku, şer û aloziyên li Yemen, Sûriye, Îraq, Lîbiya, Sûdan û Kerta Xeza, metirsî liser jiyana 24 mîliyon zarokan peyda kirîye, ji wana 9.6 mîliyon zarok li Yemenê, 5.8 mîliyon li Sûriyê û 5.1 mîliyon li Îraqê.

UNICEF dibêje, jiber ku, di şer û pevçûnan de jêrxana kerta saxlemiyê hatiya têkdan, zarok ji çaraseriyên destpêkî jî bê parkirin, herweha nebaşiya sektorên weke av û elektirîkê bûne sedema belva bûna nexoşiyan, ev nexoş di asta herî bilind de, bandora xwe li zarokan dike.

Rêxistinê dîsan nebûna xwarin û derzî lêdanan, weke sedemên giring yên metirsiya liser jiyana zarokan dibîne.

XS
SM
MD
LG