Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang Li Welatan Dike Ku Alîkariya UNRWAyê Berdewam Bikin


Berpirsên Neteweyên Yekbûyî û komên alîkariyê roja Yekşemê bang li welatan kir ku biryara xwe ya rawestandina piştgiriya darayî ji bo Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî (UNRWA) careke din bidin ber çavan, û hişyarî da ku alîkariya wê ya parastina jiyanê ji bo dora du mîlyon mirovên li Gazayê di metirsiyê de ye.

Herî kêm neh welatan, di nav de jî alîkarên sereke yên wek Amerîka û Almanyayê, piştgiriya darayî ji bo UNRWAyê rawestand piştî îdiayên ji hêla Îsraîlê ve ku hin xebatkarên wê beşdarî êrîşên kujer ên Hamasê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîl bûn ku 1200 kes kuştin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Yekşemê got, "Tevî ku ez fikarên wan tê digihim - ez bi xwe ji van tawanbariyan tirsiyam - ez bang li hukûmetên ku alîkariyên xwe dane sekinandin ku herî kêm berdewamiya operasyonên UNRWA gerantî bikin.

Guterres her wiha got, "her karmendê Neteweyên Yekbûyî ku di kiryarên terorê de cih girtiye dê were muhasebekirin."

Komîserê giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini jî bang li welatan kir ku " biryarên xwe ji nû ve binirxînin, berî UNRWA neçar bimîne ku bersiva xwe ya mirovahî bide sekinandin."

Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê ragihand ku zêdetirî 26,000 kes di operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Hamasê de li Gazayê hatine kuştin.

Ji destpêka pevçûna 7ê Cotmehê ve, piraniya 2.3 milyon xelkê Gazayê girêdayî alîkariyên UNRWA ne, di nav de jî nêzîkî milyonek kesên ku ji ber bombebarana Îsraîlî reviyane û xwe gihandine navendên wê.

Ti nîşanek tavilê tune bû ku welat guh bidin banga Neteweyên Yekbûyî ji bo vegerandina alîkariyê, lê Nerwîc û Îrlanda got ku ew ê alîkariya ajansê bidomînin.

UNRWA ji bo alîkariya penaberên şerê sala 1948ê di dema damezrandina Îsraîlê de hatiye avakirin û xizmetên perwerde, tenduristî û alîkariyê pêşkêşî Filistîniyên li Gaza, Kenara Rojava, Urdun, Sûriyê û Lubnanê dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG