Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 3 Çekdarên Tûndrê Û 4 Endamên Ewlekariyê li Urdin


Avahiyê li bajarê Salt yên ku şer li dij çekdarên tundrê derketî
Avahiyê li bajarê Salt yên ku şer li dij çekdarên tundrê derketî

Di êrîşa hêzên ewlekariya Urdinê de bo ser avahiyekê bajarê Salt li navenda welatê ku tê gomankirin çekdarên şîdetkar tê de bûn, 3 çekdar û 4 endamên hêzên ewlekarîyê hatin kuştin.

Hêzên ewlekariya Urdinê roja Yekşemê ragihand ku wan termên 3 kesan li jêr xirbeyên avahiyekê li bajarê Salt derxistine, tê goman kirin ku yên çekdarên tûndrê bin, piştî ku di şer û pevçûnên di navbera çekdar û hêzên ewlekariyê de li êvariya Şemiyê derketîn û herî kêm 4 endamên ewlekariyê hatine kuştin û alîyekî avahî biser hevde heriftîye.

Polîsên Urdinê dema êvariya roja Îna bûrî ewlekarîya ciyekî li nêzîk avahiyekê muzîkê li bajarê Al-Fihîs ku piraniya xwecihên wî Kirsîtiyanin di parast, rastî êrîşeka çekdarî hatbû.

Hêzên ewlekarîya Urdinê ket bûn pey êrîşkaran, li avahiyekî bajarê Salt ku li serê girekî dimîne çekdarên gomanbar hatbûn çember kirin, di avahî de şer derketîye, herî kêm 4 endamên hêzên ewlekariya Urdinê û 3 çekdar hatin kuştin, aliyekî avahî biser hevde ketiye xwar tê texmîn kirin ku çekdarên di avahî de tevî bombeyan xwe teqand be.

Jûmana Xûneymat peyvdara hikûmeta Urdinê gotye ajansa Reuters"çekên otomatîk hatine zep kirin û çalakîya lêgerînan berdewam dike".

Şahidên bûyerê dibêjin, ji encama şer nêzîkî 20 kesan hatine kuştin û birîndar kirin, sivîl jî bûne qorbanên wê êrîşê.

Heta niha ti aliyekî êrîşa bombeyî ya li dij otombîla polîsan li êvariya roja Înê negirtîye ser xwe, lê pir caran çekdarên şîdetkar yên girêdayî DAIŞê êrîşên çekdarî û xwekujî li Urdinê pêk anîne, çekdarên tundrê weha dibînin ku desthilata Urdinê hepveymana Amerîka û welatên Rojavaye û bihev re li dij DAIŞ di cengin.

Şahê Urdinê Şah Abdulah gelek caran hişdarî daye Amerîka û welatên Rojava ji ber metirsîya grûbên çekdar yên tundrê, Şahê Urdinê herwiha girêdayî peymana aştiyê ya bi Îsrailê re ye.

XS
SM
MD
LG