Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Girtina 17 kesan û Têkbirina Plana Êrîşên DAIŞ'ê Eşkere Dike


Hêzên Ewlekariya Urdunê
Hêzên Ewlekariya Urdunê

Ajansa Batra ya dewleta Urdunê roja Duşemê ragihand ku, wan planeke têkder ya rêxistina Dewleta Îsalmê "DAIŞ'ê jinav bir ya ku, dixwest li meha Mijdara bûrî zincîreke êrîşan bo ser saziyên ewlekarî, navendên bazirganî, navendên ragihandinê û kesatiyên olî yên nerimrê, pêk bînin.

Saziya Îstîxbarata Urdunî dibêje wan "17 kesên destê wan ligel plana êrîşan heyî desteser kirine, herwiha çek û teqemeniyên ku, dê di êrîşên tawankarî de bikar anî ban hatine gitrtin".

Daxûyaniya saziya Îstaxîbaratê dîsan dibêje"endamên grûbê plana bidest xistina pereyan jî danî bû, jibo kirîna çekên otomatîk bi armanca êrîş birina ser hejamrek bankan li bajarê Resîfe û Zerqa û dizîna hejmarek orombîlan bi armanca firotina wan da ku bibin xwedî pere bo bicî anîna palanên êrîşkarî, herwiha endamên bandê plan kir bûn ku teqemniyan ji alavên destpêkî dirûst bikin yên li bazarî hene".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Şahê Urdunê Şal Ebdulayê duyan hevpeymane ligel cîhana rojava û peymana aştiya ligel Îsrailê diparêze, wî gelek caran derabrê êrîşên grûbên radîkal de hişyarî dane.

XS
SM
MD
LG