Roja Şemiyê şahê Urdunê Ebdullahê Duyan serpereştiya civîneke Encumena Asayişa Niştimanî kir û tê de pêşhatên dawî yên li qadên herêmî bi taybetî bûyerên li Sûriyê gotûbêj kirin.
Ajansa Nûçeyan aUrdinê Petra got ku di civînê de "hewldanên mezin yên hêzên Urdunê yên ji bo parastina ewlehiya neteweyî û sînorî û gavên pêwîst ji bo dabînkirina parastin û ewlehiya sînorên bakur hatine avêtinin," û nirxandin hatin kirin.
Di civînê de hewlên Hêzên Çekdar yên Urdunê-Artêşa Erebî ji bo parastina ewlekariya niştimanî û sînorên Qraliyetê, gotûbêj hatin kirin.
Li gorî ajansê di civînê de "hewldanên saziyên pêwendîdar yên dewletê ji bo ewlekariya Urduniyan li Sûriyê û tedbîrên ku ji bo hêsankirina vegera welatiyên Urdunî piştî daxistina hin deriyên sînorî hatin gortûbêjkirin."
Roja Înê, Urdunê biryar da ku deriyê sînorî yê Cabirê yê bi Sûriyê re jiber şert û mercên ewlehiyê were girtin" ku tenê ew deriyê sînor yê hevbeş bi welatê cîran, Sûriyê re heye, ev yek ji aliyê Wezîrê Navxwe hatîye ragihandin.
Urdun bi cîranê xwe yê bakur, Sûriyê re, bi sînorekî bejayî ku 375 kîlometran dirêj e, girêdayî û hevsînor e. Deriyê Cabirê ji destpêka şer û pevçûnan li Sûriyê di sala 2011an de gelek caran hatiye girtin.
Emman dibêje, ji destpêka şer û pevçûnan li Sûriyê, zêdetirî 1.3 milyon penaberên Sûrî hatine pêşwazî kirine û li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 680,000 penaberên Sûrî li Urdunê tomarkirî ne.
Çekdarên serhildayî berî hefteyekê bajarê Helebê kontrol kir, û paşê berevanîya hikûmetê li seranserî welatî bi lezeke neçaverê kirî têk çû.
Ji bilî kontrolkirina Helebê li bakur, bajarê Hemayê li navendê û Dêrezorê li rojhilat, çekdarên opozisyonê roja Şemiyê gotin ku wan Quneytra, Daraa û Suweyda li başûr kontrol kirin û 50 kîlometran dûrî Şam a paytext pêşve çûn.