Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Cezayê Darvekirinê Dide Gumanbarê Êrîşa Dijî Turîstan


JORDANIA-ATAQUE
JORDANIA-ATAQUE

Urdunê îro Sêşemê cezayê mirinê li zilamekî birî ku di sala 2019'an de, li cîhekî şenîbar 8 kes bi kêrê birîndar kiribûn ku di nava wan de turîst û rêberê wan jî hebûn.

Dadgeheke ewlekarî ya dewletê biryar da ku zilamê gumanbar yê 60 salî sucdar e û divê bi rêka sêdarekirinê were ceza kirin.

Dadgehê herwiha gumanbarekî din bi cezayê zindanê ya dirêjîya jînê û yekî din jî jibo alîkarîdana wan heft sal cezayê zindanê ceza kirin.

Êrîşa Ceraş ya 60 kîlometre bakurê paytext Ammanê zarateke mezin dabû sektora turîzmê ya Urdunê ku jibo aborîya wî welatî xwedîyê cîhekî gelek girîng e.

XS
SM
MD
LG