Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uruguay û Arjantîn Serketina Berbijêrê Opozisyonê li Venezuela Nas Dikin


Li Arjantîna encamên ku dibêjin Maduro di hilbijatinên Venezuela de serketîye hatin protesto kirin.
Li Arjantîna encamên ku dibêjin Maduro di hilbijatinên Venezuela de serketîye hatin protesto kirin.

Roja Înê, Uruguay û Arjantînê serketina berbijarê muxalefetê di hilbijartinên serokatiyê yên Venezuelayê de nas kirin, û serketina Nicolas Maduro red kirin, serokê ku dema wî ya serokatiyê bidawî bûye.

Wezîrê Derve yê Uruguay Omar Paganini di X platformê de nivîsî, "Li ser bingeha delîlên pir mezin, ji Uruguay re eşkere ye ku Edmundo Gonzalez Urrutia piraniya dengan di hilbijartinên serokatiyê yên Venezuelayê de wergirtiye."

Hikûmeta Arjantînê jî Gonzalez Urrutia wekî serokê hilbijartî yê Venezuelayê nas kir, li gorî ku Wezîra Derve Diana Mondino li ser platforma X ragihandî.

"Em hemî dikarin bê şik piştrast bikin ku serketî û serokê hilbijartî Edmundo Gonzalez e," Mondino got ev yek ragihand, piştî ku di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken hema tişt hatbû gotin.

Serokê Sosyalîst Nicolas Maduro ku ji sala 2013’an ve li ser desthilatdariyê ye, li gorî rayedarên hilbijartinê di hilbijartinên roja Yekşemê de cara sêyemîn bi ser ket. Lê opozisyonê got, "sextekarîyên mezin" hatine kirin serketina Maduro ya ragihandî şeremzar kir û bang li welatiyên Venezuelayê kirin ku dakevin kolanan.

Zêdetirî 1,200 kes hatine girtin û bi dehan kes hatine kuştin an jî winda bûne ji dema ku xwepêşandan li seranserê welêt di du rojên piştî dengdanê de derketine.

Opozisyonê ragihand ku nêzîkî bîst kes hatine kuştin û 11 kes jî bi darê zorê hatin windakirin.

Maduro (61 salî) ku ji sala 2013an vir ve li ser desthilatê ye, piştî hilbijartinên roja Yekşemê, ku tê de li gorî encamên fermî %51,2 dengan bi dest xist, heta sala 2031ê ji bo cara sêyem dê li ser desthilatê bimîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG