Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Amerîka li Alaska Berevaniya Mûşekan Taqî Dikin


Berpirsên Amerîka û Îsraîlê dibêjin wan li Alaska sîstemeke hevbeş a berevaniya mûşekan bi awakî serkeftî taqî kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu îro Yekşemê got taqîkirina mertala Arrow-3 şiyan da welatê wî ku li dijî mûşekên balistî yên Îranê li her cihekî raweste.

Ajansa berevaniya mûşekan a Amerîkî şiyanên sîstema Arrow-3 wek “nîşaneke mezin” anî ziman.

Natanyahu got:

“Divê hemî dijminên me bizanin ku em dikarin ji wan baştir bin, him di berevanî û him jî di êrîşkirinê de.”

Îsarîlê ji sala borî ve li qeraxa derya Spî jimarek taqî kirin li dor sîstema Arrow-3.

Ajansên berevaniya mûşekan ên Amerîka û Îsraîlê pilan kiribûn ku sîstema Arrow-3 sala borî taqî bikin, lê wan ew paş xist ji ber ku wan pêwsîtî hîn bi çakirina amadebûna sîstemê hebû.

XS
SM
MD
LG