Xwepêşander li bajarên seranserê Amerîkayê kom dibin da ku li dijî biryara Dadgeha Bilind ya Amerîkayê ya betalkirina mafê destûrî ya jiberxwebirina zarokan derbikevin ku ev nêzîkî 50 sal e di cîh de bû.
Biryara Dadgeha Bilind biryarê bo eyaletan dihêlê ka destûr bidin jiberxwebirina zarokan an ne, bi wî rengî biryara Roe v. Wade ya 1973-an ku di qonaxên destpêkê yên ducaniyê da mafê jiberbirina zarokan bo jinan garantî kiribû betal kir.
Girseyên gel li New York, Atlanta, Detroit û Los Angeles û bajarên din civiyan.
Tê çavrêkirin ku girseyên gel di dawiya heftîyê da dê zêde bibin.
Komek ji qanûndanerên Demokrat tevlî xwepêşanderên mafên jiberxwekirinê li dervayî avahiya Kongrêsê bûn, di nav de jî nûnera pêşverû yê Amerîkî Alexandria Ocasio-Cortez dirûşma "li nav kolanan" rakir.
Dijberên mafên jiberxwebirinê biryara roja Înê pîroz kir, govend gerandin, mûzîk lêxistin û dirûşma "Bi xatirê te, Roe" hildan.
Şaredara Waşitonê Muriel Bowser got ku serokê polîsê bajêr bi rayedarên federal re dixebite da ku "piştrast bike ku xelk mafê xwe yê madeya yekem a destûrê [ji bo xwenîşandan] bi ewlehî bikar bînin."
Di heman demê de, dezgeha polîsê xwecihî ya Waşitonê roja ragihand ku hêza wê bi temamî hatiye çalakkirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Îniyê ji Amerîkiyan xwest ku dema ku biryara Dadgeha Bilind protesto bikin aştiyane bimînin.
Digel ku wî got ku ew dizane ku gelek Amerîkî "dilgiranû bêhêvî ne", lê got divê ew ji tundûtûjiyê dûr bikevin.
Wî got, “Tundî qet nayê qebûlkirin. Gef û tirs ne axaftin e. Baweriya we çi dibe bila bibe, divê em li hemberî tundiyê bi her awayî rawestin."