Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 2014’ê Amerîka Her Sal 4 Milyar Dollaran Dide Afganistanê


Balyoz Ryan Crocker (çep) û serokê Afganistanê Hamid Karzay.

Amerîka û Afganistan gihiştine rêkeftineke stratejîk ku çarçova têkelîyên navbera herdu welatan dîyar dike piştî vekêşana hêzên şerker yên rojavayê li Afganistanê.

Rêkeftina stratejîk roja Yekşemê li Kabul li navbera şîretvanê parastina niştîmanî ya Afganî Rengîn Dadfar Spanta û balyozê Ameîrkî Ryan Crocker ve hate morkirin û nuha amade ye ku ji layê Serok Barack Obama û serokê Afganistanê Hamid Karzay ve bête morkirin.

Spanta dibêje ku rêkeftina stratejîk jibo parastina Afganistan, herêm û cîhanê jî girîng e.

Karzay daxwaz kiribû ku Amerîka garantîyên nivîskî dibe Afganistanê ku piştî vekêşana hêzên şerker li sala 2014’ê, Amerîka her sal du milyar dollaran bide Afganistanê. Li gor karbidestên Amerîkî, dibe ku Washington piştî 2014’ê her sal nêzîkî çar milyar dollaran bide jibo xercîyên hêzên parastina Afganistanê.

XS
SM
MD
LG