Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Berî Vekişîna Hêzên Xwe Wergêrên Afghanî Ji Afghanistanê Derxe


Berpirsên Amerîka îro Pênşemê got Amerîka plan dike ku grûpeka wergêrên Afghanî ji Afghanistanê derxe berî ku hêzên xwe yê leşkerî ji wî welatî bi temamî vekişîne da ku karibin li cihekeî aram daxwazên xwe yên vîzaya Amerîka bidawî bînin.

Biryara rêveberîya Joe Biden metirsiya duristkirina kirîzeke derdixe pêş li Afghanistanê, rojekê berî kombûna Biden li gel serokê Afghainstanê Ashraf Ghani ji bo axaftinan li dor hevbendiya herdu welatan tevî vekişîna hêzên Amerîkî.

Kombûna li Koşka Spî tê di demekê de ku tevgera Talîbanê fişareke êrîşan li Afghanistanê dike û metirsîyekê li kongrêsê derdixe holê li dor wergêrên Afghanî yên ku kar li gel Amerîkîyan kirinî di dema mayîna wan ya 20 salan li Afghanistanê.

Tirsa Amerîka ew e ku Talîban piştî vekişîna hêzên Amerîka wan ziyanê bigihîne wan wergêran.
Berpirsên Amerîkî diyar nekir ka dê wergêrên Afghani bo ku werin veguhestin û ka dê hejmara wan çend be.

Berpirsan got ev grûp hemî Afghanî ne û wan berê dest bi proseya vîzayan kiriye.

XS
SM
MD
LG