Balyozê Amerîka li Enqerê Jeff Flake dîyar kir ku Tirkîye bi awayekî xurt girêdayê Rojava ye û hevkarîya wê ya niha bi Amerîka re pir xurt e, tevî cudahîyên ser şerê li Gazayê.
"Hevkarîya stratejîk ti carî qasî niha xurttir nebûye û em li cîhekî baş in. Ew bi awayekî xurt girêdayê Rojava ne," Flake di hevpeyvînekê de ligel Reuters ku Çarşemê hate weşandin, got.
Dîplomatê Amerîkî anî ziman ku pejirandina Tirkîyê ya berfirehkirina NATO’yê û peymana firotina firokên F-16 ya bi Amerîka re nîşan in ku Enqere îsal ber bi Rojava ve vedigere. Herwiha di warê bazirganî û veberhênanê de, Tirkîyê jibo qonaxeke domdar bingehê ava dike, wî got.
Washington givaştin li Enqerê kiriye ku toleyên Rojava yên ser Moskowê binpê neke û herwiha endamtîya Swêdê ya li NATO'yê bipejirîne. Piştî derengxistina 20 mehan, Tirkîyê di Rêbandanê de ew endamtî pejirand.
Balyozê Amerîkî got ku tevî peywendîyên Tirkîyê û Rûsyayê di ware aborî, bazirganî û enerjîyê xurt de in, şerê li Ukraynayê pabendbûna Enqerê ya bi NATO û Rojava re nîşan daye.
"Helwesta Tirkîye di piştgirîya yekparçeyîya ax û serwerîya Ukrayna de, bê kêmasî bû," Flake got.
Peywendîyên Amerîka û Tirkîyê di salên dawî li ser gelek mijaran aloz in. Ya herî girîng hevbendîya Amerîka bi Kurdên Sûrîyê re ye ku Tirkîyê wan terorîst dibîne. Herwiha kirîna Tirkîyê sîstema berevanîya Rûsî S-400 jî bû sedema toleyên Amerîkî û ji bernameya firokeyên F-35’an hat derxistin.
Flake eşkere kir ku helwesta neyînî ya Demokrat û Komarîyan li Kongresa Amerîkî îsal erênî bûye û wê bi vî awayî bidome.
Alozîya herî dawî ya her du welatan ser şerê Gaza ye. Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan Îsraîlê bi tawanên şer sûcdar dike û piştgiriya Amerîka jibo Îsraîlê di şerê dijî koma çekdar Hamasê de bi tundî rexne dike.
Balyozê Amerîkî got ku her çend serdana Erdogan bi Biden re li Qesra Sipî meha borî jiber kêşeyên plansazîyê hat betalkirin, wî bal kişand ku serdan wê di demeke de pêk bihata ku rewşa li Gaza "bingeha siyasî ya dijwar" çêkiribû.
"Eşkere ye ku wê di rewşa Gazayê de cûdahî hebin, ew mijarek dijwar e," Flake got.
Flake bi berdewamî got ku peywendîya nêz yên Enqerê bi rêberên siyasî yên Hamasê re, di peyvajoya şer û danûstandinên agirbestê de rêyeke girîng vekirîye û Washington carinan ji Enqerê daxwaz dike ku peyaman bigihîne wan.
"Dema hin dixwazên li her du alîyan werin nirxandin, civîna serokên NATO ya meha pêş, , li Washingtonê jibo hevdîtina Biden û Erdogan derfetekê pêşkêş dike," wî got.
Flake yê 61 salî Senatorê berê yê Komarî ye û ji hêla Serokê Demokrat Joe Biden ve wek balyozê Amerîka li Tirkîyê hat destnîşan kirin. Flake di destpêka 2022’an de li Enqerê dest bi kar kir û dema balyozîya wî vê payîzê diqede.
Jêder: Reuters