Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Helmeta Bombebarana Herî Mezin li Îranê Îşev Pêk Tê

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent dibêje êrîşeke giran li dijî Îranê di rê de ye.

Bessent di hevpeyvînekê de roja Înê êvarê bi Fox Business re got, "Helmeta me ya bombebaranê ya herî mezin dê îşev pêk were."

Bessent got ku Amerîka dixwaze "zirara herî zêde" bide avêtina mûşekên Îranê û kargehên ku wan hildiberînin.

Di vê navberê de, ji Îranê raport hene ku êrîşên esmanî yên giran li gelek deverên Tehranê roja Şemîyê sibehê hatine kirin.

Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê roja Şemîya borî dest pê kirin.

Donald Trump di destpêka vê hefteyê de jî got ku êrîşên dijwartir li rê ne.

Trump roja Duşemê ji CNN re got, "Me hîn jî bi ciddî ew nekirine armanc," û got, "Pêla mezin hîn çênebûye; pêla sereke tê."

XS
SM
MD
LG