Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Amerîka Ji Bolîvyayê Xwestîye ku Pasdarên Îranê Bixe Lîsta Terorê

Ajansa nûçeyan Reuters’ê ji ser zarê çend çavkanîyan ragihandîye ku Washingtonê ji Bolîvyayê xwestîye ku Supaya Pasdarên Îranê û grûpên girêdayî wê, di nav de jî Hemasa Filistînî û Hizbullaha Libananî, wekî komên terorîst bi nav bike û gumanbarên sîxurên Îranî ji wellêt derxîne.

Dengê Amerîka ji bo piştrastkirina rastîya raportê û hûrgulîyên bêhtir peywendî bi hikûmeta Amerîkayê re kirine.

Hin berpirsên Amerîkî yên niha û berê dibêjin ku Bolîvya bûye baregehek ji bo çalakiyên dîplomatîk û operasyonên îstîxbaratî yên berfireh ên Komara Îslamî li Amerîkaya Başûr.

Li gorî Rick de la Torre, serokê berê yê ofîsa CIA ya Karakasê, erdnîgarîya navendî ya Bolîvyayê û nebûna polîtîkayên çavdêrîyê yên hişk wekû ku li Nîkaragua û Venezuelayê dibin, wê ji bo Tehranê dike cîhekî baş ji bo plankirina operasyonên îstîxbaratî li welatên din.

Karbidestên ewlehîyê yên Meksîkayê sala borî got ku wan planeke karmendekî Hêza Quds a Pasdarên Îranê li Karakasê ji bo kuştina balyozê Îsraîlê li Meksîkayê, pûç kirîye.

Li gorî çavkaniyên ku bi mijarê dizanin, fişara Washingtonê li ser Bolîvyayê beşeke ji helmeteke berfirehtir a Amerîkî li herêmê ye.

Di meha Îlona borî de, welatê Ekwador ku hevalbendê Amerîkayê, Pasdarên Îran û Hemas û Hizbullahê wekî rêxistinên terorîst bi nav kir, di heman demê de Arjantînê hefteya borî Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê xist nav lîsta terorê.

XS
SM
MD
LG