Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Ewlekariyê: Koçberiya Li Sînorê Amerîka Piştî Guhertina Pîvanan Daketiye Nîvî


Karbidestên sînorî yên Amerîkî ji sedî 50 kêmbûnek di "rûbirûbûnên" de bi koçberên nenas re ku ji sînorê başûr derbas dibin ji dema bidawîbûna siyaseta koçberiyê ya welat Yaseya 42, serokê ewlehiya navxwe ya welat Yekşemê got.

Wezîrê Ewlehiya Navxweyî Alejandro Mayorkas ji CNN re got: "Di van du rojên borî de, dewriyeya sînorî ya Amerîkî ji sedî 50 kêmbûnek di hejmara rûbirûyan de dît, li gorî tiştê ku me di destpêka hefteyê de dît."

Mayorkas bi hişyarî got, "Em di roja sêyemîn de ne…hîn zû ye ku em rêjeya derbasbûnên pêşerojê pêşbîn bikin."

Yaseya 42 destûr da Amerîka ku bi lez û bez komek koçberan ji ber sedemên tenduristiya giştî derxe, lê ew desthilat roja Pêncşemê rawestiya dema ku hukûmetê ragihandina xwe ya Covid-19 wekî rewşeke awarte ya tenduristiya giştî ya fermî qedand.

Di şûna wê de, welat vegeriya yaseyeke koçberiyê ku bi navê Yaseya 8 tê zanîn, di demekê de ku rêveberiya serok Joe Biden hewl dide sîstemekê biafirîne ku di hin rewşan de rê dide berfirehkirina penaberiyê bi rêyên yasayî.

Di heman demê de, ew cezayên tund dide wan kesên ku bi qaçaxî derbas dibin bê ku bingehe yqasayî ji penaberiya wan re hebe, di nav de qedexeyên pênc-salî yên derbasbûna Amerîka û ihtîmala sûcdarkirina wan.

Wek amadekarî ji bo dawîanîna yaseya 42, rêveberiya Biden di destpêkê de ji bo zêdebûnek di deriyên sînor de, leşker şandin ser sînor.

Mayorkas got ku nêzîkê 6,300 kes roja Înê derbas bûn, bi 4,200 derbasbûna Şemiyê, jimareyên ku wî binav kir wekî "bi berbiçav kêm" li gorî 10,000 derbasbûna rojê di destpêka hefteyê de.

Nûner Mark Green, serokê komarî yê komîteya ewlehiya navxwe ya Encûmena Nûneran, ev hejmar red kirin.

Green ji CNN re got, "Vê hefteyê ji her hefteyekê bêtir di dîroka me de derbasbûn hebûn." Û wî ev yek bi zêdebûna mirovên ku berî dawîanîna Yaseya 42 sînor derbas kirin ve girê da.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG