Amerîka bi welatên cîran, Canada û Mexico, re gihişt rêkeftinek nû ya bazirganî, tiştê ku Serokê Amerîka Donald Trump û hin karbidestên rêveberîya wî wek rêkeftina bazirganî ya herî mezin û herî baş ya cîhanê bi nav kirin.
Trump pêşbînî kir ku, “Ev rêkeftina mezin dê pere û derfetên kar birijîne nav Amerîka û nav Amerîka ya Bakur.”
Piştî danûstanên çirûpir, çend xulekan berî dawî hatina demê jêre hatî dîyar kirin, ango Yêkşemê bi şev, Amerîka û Canada ragihandin ku ew gihiştine rêkeftinekê ku rê dide pakêcek sê-alî bi Mexico re ku cihê Rêkeftina Bazirganîya Azad ya Amerîka ya Bakur naskirî bi (NAFTA) bigire.
Trump got “Eva ji me gişta re rêkeftinek pir mezin e,” demê li Koşka Spî gotarek serkeftinê pêşkêş dikir, û çendîn endamên kabîneya wî û tîma wî ya danûstankarê Rêkeftina Amerîka, Mexico û Canada (USMCA) li dora wî kom bibûn.
Li gor Trump, pakêc her salê bazirganîyek bayê 1.2 trillion Dolarên digire xwe û li ser bingehê “dadwerî û berjewendîya hevpar e.”