Nûnerê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Robert Wood got ku ew jibo şerê Îsraîl û Filîstînîyan piştgirî nadin agirbesteke demûdest.
Wood dîyar kir ku Amerîka li şûna agirbesteke demûdest piştgirî dide aştîyeke mayînde.
“Amerîka piştgirî dide aştîyeke mayînde ku wê bi wê hem Îsraîlî hem jî Filîstînî di aştîyê de bi awayekî ewle bijîn. Agirbesta demûdest wê bi tenê tovên şerekî nû bireşîne.”
Wood got ku Hamas naxwaze jibo aştîyeke mayînde danûstandinan bike.
Nûnerê Îsraîlê yê li NY’ê Gilad Erdan jî agirbest red kir û got ku ger agirbest were ragihandin ku Hamas wê kontrola xwe ya li Gaza xurt bike.
“Heta ku li ser Hamasê zexta leşkerî çênebe ti dîplomasî nikare dîlên di destê wan de bide berdan. Ger agirbest çêbe, wê rewş wek efûkirina êrîşên Hamasê xuya be.”
Nûnerê Rêvebirîya Filîstînyan yê li NY’ê Rîyad Mansur jî dîyar kir ku Îsraîl bi awayekî eşkere dixwaze ku Filîstînî koçber bin.
“Îsraîl dixwaze Gaze êdî nebe cîhê jîyanê û herkes ji warên xwe derkeve. Ez bawer dikim ku Îsraîl piştî Gazayîyan bicivîne, wê dest bi êrîşeke berfireh bike,” Mansur got.