Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku hêzên Amerîkayê di 48 demjimêrên pêşîn ên operasyonên leşkerî yên dijî Komara Îslamî ya Îranê de êrîşî bêhtirî 1250 armancan kirine, di demekê de ku di roja yekem a şer de li 1,000 armancan xistibûn.
Li gorî fermandarîyê, armanc navendên fermandarî û kontrolê, cihên mûşekên balîstîk, keştîyên şer û binavî yên Îranê, û her weha baregehên mûşekên dijî-keştîyan vedihewîne.
CENTCOM, ku berpirsîyara rêvebirin û çavdêrîya hêzên Amerîkî li herêmê ye, li ser cihê rastîn ê êrîşan an jî asta zîyanê agahî nedan.