Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Amerîka Bêhtirî 20 Keştîyên Rejîma Îranê Binav Kirine

Keştiya USS Abraham Lincoln
Keştiya USS Abraham Lincoln

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîka di pênc rojên pêşîn ên Operasyona Hêrsa Dastanî de bêhtirî 20 keştîyên Îranî têk birine an jî binav kirine.

CENTCOM ragihand ku wan şeva Sêşemê keştîyeke şer a Îranî ya bi navê Shehîd Silêmanî, ku yek ji keştîyên şer ên herî pêşketî yên Komara Îslamî ya Îranê ye, binav kiriye.

Wezîrê Cengê Pete Hegseth, dema behsa wê keştîyê kir, got, "Hêza esmanî ya Îranê çûye. Hêza Deryayî ya Îranê di bin avên Kendava Farisî de ye."

Hêzên Deryayî yên Srî Lankayê roja Çarşemê ragihand ku wan termên 87 Îranîyan li peravên xwe dîtine û 32 kesên din piştî ku keştîya wan a şer ji alîyê keştîyeke binavê ya Amerîkî ve hatiye lêdan, rizgar kirine.

Li gorî raporên nûçeyan, 180 kes di keştîyê de hebûn.

Hegseth roja Çarşemê, roja pêncemîn a operasyona Amerîkî, got, "Me nû dest pê kiriye," ev jî nîşaneke eşkere ya berdewamîya operasyona dijî rejîma Îranê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG