Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka bi Sedema Du Xwepêşandanên Dijî Hev 3 Kes Jiyana xwe ji Dest Didin


Di navbera du xwepêşandanên dijî hev li bajarekî wîlayeta Virginia, otombêlekê ajot ser gurûpeke xelkê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 19 kes birîndar bûn. Her wiha balafireke holîkopter ket xwarê û du kesan jiyana xwe ji dest da.

Herdû xwepêşandan doh Şemiyê li bajarê Çarlotzvêl bûn. Gurûpek ji wan bawerin ku xelkê sipî bi ser xelkên din re ne, ku bi navê White Supremacist tên nasîn, û gurûpa din li dijî baweriya wan e.

White nationalist demonstrators walk through town after their rally was declared illegal near Lee Park in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.
White nationalist demonstrators walk through town after their rally was declared illegal near Lee Park in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.

Girjiyan, meha Nîsana Îsal dest pê kir, piştî ku encûmena bajêr di dengdanekê de biryar da peykerê General Robert Edward Lee, Fermandarê leşkerî yê wîlayetên konfedralî ku di sala 1870 de koça dawî kir, ji parkeka bajêr rakin.

Gurûpa White Supremacist, General Robert wek sîmbolekê ji xwe re dibînin, ji ber wê ew li dijî biryara rakirina peykerê wî ne.

Virginia state troopers stand under a statue of Robert E. Lee before a white supremacists rally in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.
Virginia state troopers stand under a statue of Robert E. Lee before a white supremacists rally in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.

Di dema xwepêşandanan de, şofêrekî otombêla xwe ajot nav xwepêşandana dijî gurûpa White Supremacist û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, polîs kesê gunehkar girt û dibêje ew ji wîlayeta Ohio hatiye.

Mike Singer, serokê şaredariya bajêr xemgîniya xwe derbirî li dor mirina wê jinê û daxwaz ji xwepêşanderan kir ku vegerin malên xwe.

Hakimê wîlayeta Virginia Terry McAuliff rewşa awarte li bajêr ragihand.

A man is down during a clash between members of white nationalist protesters and a group of counterprotesters in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.
A man is down during a clash between members of white nationalist protesters and a group of counterprotesters in Charlottesville, Va., Aug. 12, 2017.

Serok Donald Trump di vê derbarê de got “ divê em hemî yek bin û hemî şêweyên kînê red bikin, çi şûn ji vê cûre tundûtijî yê re nîne li Amerîka. Werin em giş bibin yek.“

XS
SM
MD
LG