Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Çînê Li Civîna Beijing Hevdu Rexne Kirin


Mike Pompeo û Wang Yi
Mike Pompeo û Wang Yi

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Duşemê ji hevtayê xwe yê Çînî re got ku Amerîka ketîye fikaran ser kiryarên Çînê di çendîn enîyên cihê cihê de, di nav de, mafên mirov û Deryaya Çînê ya Başur.

Pompeo li Beijing ji Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re got, “Me nakokîyên bingehîn hene.”

Her du wezîran di wê dîdara dîplomatîk de zimanek ruk û bêperde bikar anîn.

Wang Amerîka tawanbar kir ku alozîya bazirganî bi Çînê re xurt dike, û got Washington bi awayekê li gel Taiwan tevgerîyaye ku “zararê digehîne berjewendîyên bingehîn yên Çînê.”

Çîn wek parçeyek xaka xwe li Girava Taiwan dinihêre. Amerîka jî erkdar e ku bi hawara Taiwan here, ger Çîn bizavê bike bi darê zorê wê vegerîne bin desthilata xwe.

Her du wezîr, herwesa, li dor pêwîstîya hevkarîyek berfirehtir jî axivîn.

XS
SM
MD
LG