Amerîka û Çîn lihev kirîye ku astengîyan ji pêş rojnamevanên her du welatan hilînin, di nîşanekê de jibo kêmbûna asta girjîyê navbera her du alîyan.
Rojnameya Daily China ya fermî îro Çarşemê got ku ev rêkeftin hate holê berî civîna online ya Serokê Amerîkî Joe Biden û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping roja Sêşemê.
Ev rêkeftin nîşana pêşketinê ye di pirsgirêkekê de ku ji mêj ve zîyan gihandîye peywendîyên her du welatan, lê hîn hûrgilîyên rêkeftinê nehatine amade kirin.
Astengîyên rêwîtîyê yên COVID-19 û zehmetîyên ku rojnamevanên bîyanî li Çînê rûbirû dibin jî bûne kelem li pêş baştirbûna peywendîyên di warê medyayê de navbera Washington û Beijingê.
Li jêr rêkeftinê, ewê Amerîka vîza bi yek salê bide rojnamevanên Çînî,rojnameya Daily China ragihand. Rojnameyê herwiha dîyar kir ku dema ev gavên Amerîkî hatin avêtin, ewê Çîn jî heman tiştî jibo rojnamevanên Amerîkî bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian ti agahî derbarê dema bicîanîna vê rêkeftinê neda, lê ew wekî destkefteke baş ji bo her du alîyan bi nav kir.
Di daxuyanîyekê bo ajansa Associated Press de, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî got ku Çînê pêgirîya xwe nîşan daye jibo dana vîzayan bo hejmareke rojnamevanên Amerîkî.
“Emê dana vîzayan bo rojnamevanên (Çînî) yên ku li jêr qanûna Amerîkî dikarin vîza wergirin, dom bikin,” daxuyanîyê got.