Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Jiber Kirîna Çekan ji Rûsya Ceza Danîn Ser Çînê


Pêşangeha Rosoboronexport Li Konferansa Salan ya Moskow

Amerîka roja Pencşemê siza danîn ser ajansek serbazî ya Çînê li ber kirîna çek û sîlahan ji Rûsîya ku binpêkirina sizayên Amerîka yên dijî Rûsîya ye.

Wezareta derve ya Amerîka dîyar kir ku ew dê demûdest sizayan bixe ser yêkîneyek artêşa Çînê ku çavdêrîya teknolocî ya berevanî ya wî welatî dike, li ber kirîna çekan ji Rosoboronexport, ku kompanîya sereke ya firotina çekan e li Rûsîya.

Wezareta Derve dîyar kir ku Çînê cêtên şerker yên Suxoy yên Rûsî (Su-25) û mûşekên (S-400) yên erd-bo-asiman ji Rûsîya kirîne.

Kirîna wan çekan binpêkirina qanûnek sizayên Amerîka ye ku sala 2017an hat darêtin ku Rûsîya siza bide Jiber destwerdana Rûsîya di hilbijartina serokatîya Amerîka ya sala 2016an de. Ew qanûn daxwaza sizayan dike ji her alîyekî re ku bi qasek berçav çekan ji pîşesazîya berevanî ya Rûsîya bikire.

Bi van sizayan, dibe yêkim car ku Amerîka, Jiber kirîna çekên serbazî ji Rûsîya, alîyekê siza dide.

XS
SM
MD
LG