Çîn û Amerîka di dawiya hefteyê de hevdu tawanbar kirin bi binpêkirinan li Deryaya Başûr a Çînê ya ku nakokî li ser hene, piştî ku artêşa Çînê gotibû wê gemiyeke şer a Amerîkî dûr xist ku hêzên deryayî yên Amerîkî dibêjin, ew gemî di operasyoneke asayî ya azadiya geştên deyayaî de bû.
Li gorî postekê li ser hesabê medyaya civakî ya fermî ya Fermandariya Başûr a Artêşa Rizgariya Gel a Çînê, roja Şemiyê, artêşa Çînê, hêzên xwe yên deryayî û esmanî bicih kirin, da ku keştiya Amerîkî bişopînin û hişyariyê bidin wê.
Hêza deryayî ya Amerîka roja Yekşemê got ku gemiya Hopper" li gorî qanûnên navneteweyî erka xwe cîbicî dikir.
Çîn dibêje ew xwedîya hema tevahiya Deryaya Çînê ya Başûr e, ku rêka keştiyên bazirganiya bi zêdetirî 3 trîlyon dolar e, her salekê, ji welatên mîna Fîlîpîn, Vîetnam, Îndonezya, Malêzya û Brunei ve.
Dadgeha Mayinde ya biryardayînê, di sala 2016an de got ku îdiayên Çînê bêyî bingehên qanûnî ye.
Çavkanî: Reuters