Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn:Çi Rêkeftin Nabin Eger Amerîka Bacên Gumrigê Zêde Bike


Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross
Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross

Çînê huşdarî da ku dê çi rêkeftinên derbarê nakokiyên baziragî li gel Waçintonê cih negrin, eger Amerîka gefên xwe yên zêdekirina bacên gumrigê pêk bîne.

Daxuyaniya îro Yekşemê hat piştî gereka din axaftinan di navbera wezîrê bazirganiya Amerîka Wilbur Ross û Liu He, berpirsê abûriya Çînê û cîgirê serokwezîr, li dor sozên Çînê ku ewê kelûpelên bêhtir ên Amerîka bikire da ku ciyawaziya di navbera kirîn û firotina li gel Amerîka de kêm bike.

Daxuyaniya Çînê got herdû aliyan “pêşketineka berbiçav û erênî” pêkanî, lê herdû aliyan jî çi berferhî belav nekirin.

Daxuyaniyê got:

“Eger Amerîka cezayên bazirganî bisepîne, di nav de jî zêdekirina bacên gumrigê, wê demê hemî qezencên abûrî û bazirganî yên hatî goftûgokirin, derbasî warê cîbecîkirinê nabin.”

XS
SM
MD
LG