Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Amerîka Metirsiya Belavbûneka din a Koronayê Gur Dikin


Şaredara bajarê Atlanta yê wîlayeta Georgia peyamek ji xwepêşandaran re ragihand û got,”eger we şeva borî xwepêşandan dikir, divê hun biçin têsta COVID wergirin.”

Atlanta yek ji dehan bajarên Amerîkî ye ku xwepêşandan lê dibine li dijî kuştina George Floyd ji aliyê efserekî polîs ve.

Di demekê de ku pîvanên rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê sist dibine û hin kar û cihên giştî vedibine, xwepêşandanên mezin xeman derdixin pêş li dor pêleka din a vîrusê, ne tenê li Amerîka belê li hin welatên din jî wek Frensa û Hong Kongê, ku xwepêşanderên dijî hikûmetê polîs tawanbar dikin ku ew pîvanên dûrbûna civakî bikar tînin ji bo belavkirina xwepêşandanên wan.

Şarezayên saxlemiyê ditirsin ku hilgirtiyên vîrusê ên ku nîşan li wan ne diyar in, vîrusê li nav xwepêşandanan belav bikin.

Hin wepêşanderên Amerîkî dibêjin, piştî kuştina George Floyd, wan ti bijar ji bilî xwepêşandanan nîne, tevî ku jiyana wan rastî metirsiya vîrusê dibe.

Keisha Lance Bottoms headshot
Keisha Lance Bottoms headshot

Şaredara Atlanta Keisha Lance Bottoms di huşdariya xwe ya şeva borî de nîşn bi vîrusa koronayê da û got:

“Hîn belayek li Amerîka heye ku xelkê reş û mor bi hejmarên mezin dikuje.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG