Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Êrîşa Ser Balyozxaneya Swêdî ya li Bexda Şermezar Dike


Êrîşên ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexda
Êrîşên ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexda

Amerîka îro Pêncşemê êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexda bi tundî şermezar kir û rexne li hêzên ewlekarî yên Îraqê kir ku rê dan xwepêşanderan ku rêgezên dîplomatîk binpê bikin.

"Azadîya kombûna aştîyane nîşaneke bingehîn ya demokrasî ye, lê tiştê ku şeva borî qewimî kiryareke neqanûnî ya tundûtûjîyê bû. Nayê pejirandin ku hêzên ewlekarî yên Îraqî pêşî li xwepêşanderan negirtine ku bo cara duyê êrîşê avahîya Balyozxaneya Swêdê dikin û zararê didin wê avahîyê," Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Ji alîyê din ve, Îraqê jibo şermezarkirina plansazîya şewitandina Quranê ya li Stockholmê, îro Pêncşemê balyozê Swêdê dersînor kir.

Bi sedan xwepêşander jî jiber heman hecêtê êrîş birin ser balyozxaneya Swêdê ya li paytexta Îraqê û ew avahî şewitandin.

Miller dîyar kir ku karbidestên Amerîkî bi hevkarên xwe yên Swêdî re di têkilîyê de ne û piştgirî pêşkêşî wan kirine.

Miller herwiha bang li hikûmeta Îraqê kir ku erkên xwe yên navnetewî yên bo parastina hemû nûnertîyên dîplomatîk yên li Îraqê bi cîh bîne û nehêle ku mîsyonên bîyanî nebin arnancên tundîyê.

Ofîsa serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî bi daxuyanîyeke got ku hikûmeta Îraqê şewitandina balyozxaneya Swêdê bi tundî şermezar dike.

Daxuyanîyê got ku Sudanî wê êrîşê mîna binpêkirina ewlehîyê dibîne û soza parastina nûnertîyên dîplomatîk dide.

Lê, ofîsê dîyar kir ku Bexdayê bi rêyên dîplomatîk hikûmeta Swêdê agahdar kiriye ku ger şewitandina Qurana pîroz li ser axa Swêdê dubare bibe û bi hecêta azadîya ramanê, destûr bide wî kirarên wiha Îraq wê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut bike.

XS
SM
MD
LG