Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 6 Kesên Din yên Girêdayî Êrîşa Ser Kongrêsê Digre


Dozgerên Amerîka girtina 6 kesên din ên grûpa rastrew ya bi navê Oath Keeper ragihand, li dor girêdana bi êrîşa roja 6ê meha Çile li ser kongrêsa Amerîkî.

Pênc ji wan şeş kesan, ew beşek bûn ji endamên grûpeka milîşya, ku bi stayleke leşkerê derbasî nava avahîya kongrêsê bûbûn, li gel bi sedan kesên din, di hewldana rêgirtina li pêş pesendkirina serkeftina serok Joe Biden li dijî serokê berê Donald Trump de.

Di daxuyanîyekê de, nivîsgeha dadwerê Amerîka li Washintona paytext got ku têkderan cilûbergên leşkerî li xwe kiribûn û êrîşî avahîya kongrêsê kiribûn.

Wan êrîşî Kongrêsê kir piştî amadebûna di rêveçûna Trump ya li nêzîkî Koşka Spî, ku tê de Trump handerîya alîgirên xwe kir ku” wek dijehê şer bikin.”

XS
SM
MD
LG