Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongrêsa Amerîkî Bi Projebiryareke Demkî Rê Li Girtina Hukûmetê Digire


This image from U.S. Senate video shows the vote total, 88-9, on a temporary funding bill in the Senate at the U.S. Capitol in Washington, Sept. 30, 2023. (Senate Television via AP)
This image from U.S. Senate video shows the vote total, 88-9, on a temporary funding bill in the Senate at the U.S. Capitol in Washington, Sept. 30, 2023. (Senate Television via AP)

Kongrêsa Amerîkî derengî roja Şemiyê projebiryareke demkî ya pişgiriya darayî ya hikûmetê erê kir, piştî ku serokê encûmena nûneran yê komarî Kevin McCarthy ji daxwazek berê ya tundrewên partiya xwe ji bo projebiryareke partîtî paşve kişiya.

Senatoya ku piraniya wê Demokrat in bi 88 li beramber 9 dengan derbaskirina projebiryarê erê kir û rê li çaremîn girtina beşkî ya hukûmeta federal di nav deh salan de girt. Projebiryar ji serok Joe Biden re hate şandin, û wî berî demjimêr 12:01 danê sibê roja Yekşemê îmze kir.

McCarthy dev ji rijdbûna tundrewên partiya xwe ya komarî berda ku digot divê her projebiryarek tenê bi dengên komariyan di encûmenê de derbas bibe, guhertineke ku dibe sedem ku yek ji endamên komarîyên rastgir hewl bide ku wî ji rola wî ya serokatiyê derxîne.

Serokê Encûmena Nûneran Kevin McCarthy
Serokê Encûmena Nûneran Kevin McCarthy

Encûmenê bi 335 deng li beramber 91 dengan erê kir ku piştgiriya darayî ya hukûmetê heta 17ê Mijdarê bike, biryareke ku Demokrat bêhtirî Komariyan piştgirîyê didin wê.

Ev gaveke balkêş bû li beramber hesta destpêka hefteyê ku Amerîkîyan digot girtina Hukûmetê tiştek e ku rev jê nabe. Girtin dihat wateya ku piraniya 4 mîlyon karmendên hukûmetê dê mûçe nestînin û her weha dê rêzek karûbarên federal, ji Parkên Neteweyî bigire heya birêkûpêkkerên darayî, bihatana girtin.

Ajansên federal berê bi hûrgulî planek amade kiribûn ka dê çi karûbar bidomin, wek vekolîna balafirgehan û dewrîyên sînorî, û çi werin girtin, wek lêkolînên zanistî û alîkariya xwarinê ji bo 7 mîlyon dayikên hejar.

Serokê Senato ya piranîya Demokrat Chuck Schumer piştî dengdanê got, "Gelê Amerîkî dikare bêhna xwe vede: îşev dê girtina hukûmetê nebe. Demokratan ji destpêkê ve got ku tekane çareserî ji bo nehiştina girtinê ew erêkirina herdu partiyan e, û em kêfxweş in ku serok McCarthy di dawiyê de guh da peyama me."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG