Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Keysên Korona yên Rojekê Hemî Tomar Derbas Kirin


Hejmara pêketiyên koronayê yên rojekê li Amerîka hemî tomar derbas kirin, ligel bêhtirî 83,000 keys di rojekê de, ku gelek wîlayetên Amerîkî dane ber xwe.

Hejmara miriyên Amerîka ji ber vîrusê gihîştiye 223,995 kesan, li gor amarên dawî yên zanîngeha Johns Hopkins.

Hejmara 83,757 a keysên ku zanêngehê roja Înê belav kirin, hejmara 77,757 a roja 16ê Tîrmehê derbas kir.

Bandora belavbûna koronayê li her kerteke welêt êdî diyar e.

Roja Înê navçeyeke wîlayeta Dakota Başûr hate girtin. Li Florida, berpirsên tenduristiyê daxwaz ji xelkê kir ku ahengên rojbûna zarokan rawestînin. Hakimê wîlayeta Utah huşarî da û nexweşxaneyeke bakurê Idaho banga alîkariyê kir, piştî ku cihên nexweşan lê neman.

Li bajarê Twin Falls ê wîlayeta Idaho, navenda tenduristî ya bi navê Luke’s Magic Valley got ew êdî nikare pêşwaziya zarokan bike, ji ber ku cih li wir nemane.

Hakimê wîlayeta Utah Gary Herbert handeriya rûnişvanan kir ku maskan bikar bînin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG