Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Roja Sêyem Bêhtirî 69,000 Keysên Nû yên Korona Tomar Dike


Keysên nû yên vîrusa koronayê li Amerîka bo roja sêyem li dû hev 69,000 keys derbas kirin, li gor amareka ajansa Rueters.

Bilindbûna hejmarana tê di demekê de ku Walt Disney plan dike parka xwe ya sereke li Florida veke.

Wîlayetên Alaska, Georgia, Idaho, Iowa, Louisiana, Montana, Ohio, Utah û Wisconsin, hejmarên herî bilind ên vîrusê di rojekê de tomar kirin.

Hakimê wîlayeta Texasê, ku xaleka din a germ a vîrusê ye, Greg Abbott roja Înê huşdarî da ku renge ew hin bendên tund bisepîne, eger pêgirî bi dûrbûna civakî û karanîna maskan nebe.

Wîlayeta California roja Înê ragihand ku dê bêhtirî 8,000 girtî berde da ku belavbûna COVID-19 di nava zindanan de kêm bike.

Li zindana San Quentin a derveyê bajarê San Francisco, ku dora 3,300 girtî lê dimînin, nîvê girtiyan bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG