Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li dor Karanîna Maskan û Vekirina Dibistanan Dabeş Bûye


Li Amerîka hin wîlayet û berpirsên xwecihî peyamên nakok radigihînin li dor karanîna maskan û vekirina dibistananan, di demekê de ku keysên koronayê li seranserî Amerîka bo roja duyem li dû hev sînorê 70,000î derbas kir .

Hejmara giştî ya pêketiyên COVID-19 roja Înê 70,674 bû û roja Pênşemê jî 77,499 bû, ku hejmara herî bilind a vîrusê ye li cîhanê, li gor amarên Reuters.

Hejmara miriyan roja Înê 912 bû û ev bûn çar roj li dû hev ku hejmara miriyan rojane 900 kesî derbas dike.

Li Wîlayeta Georgia, hakimê wîlayetê Brian Kemp dozeke yasayî li dijî şaredara bajarê Atlantayê vekir, da ku rê nede wê fermana karanîna maskan bisepîne.

Şaredara bajarê Chicago Lori Lightfoot
Şaredara bajarê Chicago Lori Lightfoot

Şaredara bajarê Chicago Lori Lightfoot pilanek ji bo danîna pîvanên xwendina li dibistanan û ya li mal ragihand, di demekê de ku sandîkeya mamosteyan daxwaza xwendina li mal dike, li navçeya sêyem a herî mezin a dibistanan li Amerîka.

Amerîkî, li gor nerînên ciyawaz ên siyasî dabeş bûne li dor sepandina fermana karanîna maskan li cihên giştî, ku mihafizkar li van fermanan temaşe dikin wek binpêkirina mafên destûrî yên xelkê.

Alîgirên karanîna maskan dibêjin mask wek kemberên otombêlan in û karanîna wan ji bo parastina jiyana kesan in, ne binpêkirina mafên wan ên destûrî ye.

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG