Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên jiber COVID li Amerîka 700,000 Derbas Dike


Mirinên li Amerîka jiber vîrusa Koronayê êdî 700 hezar derbas kirîye, wekî hejmara herî bilind li seranserê cîhanê.

Li gor statîstîkên Navenda Jêderên Korona ya Johns Hopkins, roja Înê êvarî Amerîka 700,258 mirin tomar kir.

Di rêza duwem de Brazîl bi 597,255 mirin cih digire. Hindistan jî rêza sêyem de bi 448,339 mirinan, paşê Meksîko bi 277,507 mirinan û Rûsya jî bi 204,424 mirinan. Li ser asta hemû cîhanê, dora 4.8 miîyon kes jiber COVID-19 mirine.

Karbidestên saxlemîyê li Amerîka dibêjin hejmara pêketîyan li seranserê welêt di hefteyên dawî de kêm bûye. Lê belê, li hinek wîlayetan, bi taybet li bakur, hejmara pêketinên vîrûsê bilind bûye.

Di pêşketinên din de, Kalîfornya bû yekem wîlayeta Amerîkî ku wergirtina vaksîna dijî Koronayê jibo zarokên dibistanan ferz dike piştî ku Rêvebirîya Xwarin û Derman (FDA) bi fermî vaksîna COVID-19 jibo kesên temen biçûk erê bike.

Vaksîna Pfizer niha êdî jibo kesên 16 salî û mezintir bi temamî hatîye erê kirin, û jibo bikaranîna awarte bo zarokên navbera 12 û 15 salî de jî qebûl kirîye.

Dema ku vaksîn were jibo kesên genc erê kirin, dê Kalîfornya wê jibo xwendekarên ji pola 7’ê heta ya 12’ê ferz bike. Piştî ew jibo kesê ji 5 salan mezintir jî hate qebûl kirin, hingê dê hikûmeta wîlayetê wergirtina vaksînê ser zarokên polên nizimtir jî ferz bike.

XS
SM
MD
LG