Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Saya Korona Rêjeya Gunehkariyê li Cîhanê Kêm Dibe


Belavbûna vîrusa korona ya ku kar û dezgehên mezin ên cîhanê pûç kirine, ziyan gihandiye çalakiyên ne yasayî jî.

Li Chicago ya Amerîkî, ku yek ji bajarên mezin ên tundtutijiyê ye, girtinên bi sedema madeyên hişbir di van hefteyên borî de bi rêjeye 42% kêm bûye li beramber heman dema sala borî.

Beşek ji vê kêmbûnê vedigere nebûna bijaran li pêş bazirganên madeyên hişbir, li gor hin parêzerên gunehkariyan.

Parêzerê gunehkariyan li Chicago Joseph Lopez dibêje bazirganên madeyên hişbir nikarine bigerin û bifroşin.

Bi giştî gunehkarî li Chicago piştî belavbûna vîrusê bi rêjeya 10% kêm bûye.

Li ser asta cîhanî jî, ji dema sepandina pîvanên rêgirtina li vîrusê ve, rêjeya gunehkariyê kêm bûye. Li herêmên ku asta herî bilind a gunehkariyan lê dikahet tomarkirin, kêm kes têne kuştin û kêm dizîn dibe.

Lê hîn berpirsên cîbicîkirina yaseyê bi xem in li dor tundûtijiya xwecihî ya ku nayê ragihandin. Ew ne piştrast in dê çi bibe eger qedexe werin rakirin yan jî bo demeke dirêj bimînin.

Li seranserî Amerîka Latînî, asta gunehkariyê gihîştiye pileyên herî nizim ên ku bi dehan sal wiha nebûye.

XS
SM
MD
LG