Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka Li Dor Binpêkirina Azadiya Olî Kûbayê Rexne Dike


Balyozxaneya Amerîkî li Havanayê
Balyozxaneya Amerîkî li Havanayê

Balyozxaneya Amerîkî li Havanayê roja Înê Kuba bi binpêkirina azadiya olî tawanbar kir, çend roj berî destpêkirina Lûtkeya Amerîka li Los Angeles, ku Kûba ji bo wê nehatibû vexwendin.

Balyozxaneyê li ser Twitterê got, di dema xwenîşandanên bêmînak ên dijî hikûmetê Tîrmeha borî de, "hêzên dewletê kiryarên tundûtûjiyê pêk anîn, serokên gelek civakên olî yên ku beşdarî xwenîşandanên aştiyane li seranserê welat bûn girtin û zêdegavî li wan kirin."

Di twîtê de amaje bi raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîkî li ser azadîya olî li seranserê cîhanê hate kirin.

Her wiha behsa biryara Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di Mijdara borî de kir ku Kûba bi cih bike di nav lîsteya çavdêriya taybetî ya welatên ku azadiya olî cihê nîgeraniyê ye.

Balyozxaneyê çend mînak nîşan dan, wek keşeyê katolîk Jose Castor Alvarez, ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hat dema ku di xwepêşandanekê de alîkarî pêşkêşî kesekî birîndar kir.

Ev Rexne tên sê rojan berî civîna bilind ya Amerîkayê li Los Angeles.

Wek mêvandar, Amerîka Kuba, Nîkaragûa û Venezuela, sê welatên ku ew nedemokratîk dibîne, venexwendibû.

Gelek serokên Amerîkaya Latîn got ku ew ê çalakiyê boykot bikin wek hevsozî bi welatên dûrxistî re.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG