Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka Amerîkî Biryara Berdewamiya Programa DACA Dide


Dadwerekî Amerîkî biryar da ku pêwîste rêveberiya Trump programa parastina zarokên koçber ên bê belge ji dûristina ji Amerîka(DACA), berdewam bike.

Dadwer her wiha biryar da ku pêwîste Amerîka daxwazên nû yên DACA bipejirîne.

Lê, dadwerê navçeyî yê Amerîka li Waşintona paytext John Bates navberek heta 23 vê mehê da hikûmetê ku biryarê bide ka dixwaza pêdaçûnê li dor biryara wî dike an na.

Meha Nîsanê Bates 90 roj da hikûmetê da argumenta xwe ya bidawîanîna DACA pêşkêş bike.

Dadwer doh Înê, di biryara xwe de got hikûmetê di pêşkêşkirina argumenta xwe de nikarîbû hizra wî biguhere.

Demekê berê îsal, dadgehên Fedralî li New York û Kalîfornya biryar da ku DACA berdewam bike, lê daxwaz ji hikûmetê nekir ku dîkomentên nû bipejirîne.

DACA karê demkî û rêdana xwendinê ji bo derdora 700,000 koçberên gênc dabîn dike.

Piraniya van koçberan ji bilî Amerîka ti welatên din nas nakin.

XS
SM
MD
LG