Dezgeha Dijî Terorê ya Herema Kurdistanê îro Înê bi daxuyanîyeke ragihand ku dijî bingeha esmanî Herîr ya li Hewlerê êrîşeke dronî hatiye kirin.
Li bingeha Herîr hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîya navneteweyî ya dijî Rexistina Îslamî (DAIŞ) dimînin.
Li gor ragihandina dezgeha Hikûmeta Kurdistanê êrîş bi dema Hewlêrê saet 16:29’ê de, pêk hatiye.
Lê, di daxuyanîyê ti agahî nehat eşkere kirin ku gelo êrîş bûye sedema qurbanî yan zararên binesazîya li bingehê yan na.
Koma çekdar ya Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku komek Şîa ye, berpirsyarîya êrîşa dijî Herîr girt ser xwe. Komê got ku endamên wê bi dronan êrîşî bingeha leşkerî ya Herîr kirine.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê toreke ku ji komên milîsên Îraqî pêk tên û di bin sîwana Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) tevdigerin.
Ji destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê di Cotmehê ve, hêzên Amerîkî û yên navneteweyî yên li Îraq û Sûrîyê zêdetirî 100 caran rastî êrîşên mûşekî û dronî hatine.
Leşkerîya Amerîkî yan Hevpeymanîya navneteweyî ya dij navneteweyî DAIŞ’ê heya niha ser êrîşa dij êrîşa Herîr daxuyanî nedane.
Lê, leşkerîya Amerîkî îro ragihand ku polîsê Îraqî du roj berê di 3’ê Rêbendanê de, li eyaleta Babilê mûşekekî Kruzê ya hilberîna Îranî bi dest xistiye.
Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) ser platforma medya civakî X’ê di derbarê bûyerêde daxuyanî da.
"Karanîna cebilxaneyên Îranê ji alîyê komên têrorîst li Îraq û Sûrîyê, hêzên Hevpeymaniyê û welatîyên herêmê dixe xeterîyê.”
Leşkerîya Amerîkî bi berdewamî bi rengekî eşkere spasîya polîsên Îraqê kirk u wan berîya pêkhatina êrîşekî ew mûşeka êrîşa bejayî ditîne.
“Hevpeymanî jibo hewlên wan yên bo rêgirtina li êrîşên siberojê, spasîya hewlên hêzên ewlekarî yên rewa li Îraqê dike, “CENTCOM’ê got.
Ev pesna leşkerîya Amerîkî ya bo hêzên ewlekarîya Îraqê balkişand ku di pêyvajoyeke girîng û nazik de hat.
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sudanî îro Înê bi daxuyanîyeke ragihand ku hikûmeta wî jibo bidawîkirina erka hevpeymanîya navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka komîteyekê ava dike.
Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene ku Washington dibêje ew şêwirmendî û alîkarîya hêzên xwecîhî dikin ku rê li ber vejandina Dewleta Islamî (DAIŞ) bigirin.