Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest:Dengdana Pêşwext û Beşdarbûna Kurdan di Hilbijartinên Amerîka de


Dengdana pêşwext di hilbijartinên serokayetîya Amerîka de îsal hemî tomar şikandin û nêzîkî 100 milyon Amerîkî, berî Sêşemê, roja dawî ya dengdanê, dengên xwe dane.

Li gor çavdêr û şarezayan, ev dengdana berbiçav a pêşwext renge roleke mezin di rêjeya beşdarbûna di proseya dengdanê de bilîze.

Civaka Kurdên Amerîka jî, her hal wek gelek civakên din ên Amerîka bîr û boçûnên ciyawaz li ser hilbijartinanan hene û her kesekî xwendin û pêşbîninyên xwe hene.

Ji bilî rewşa navxweyî û şîrove û helwestên kesayetî li dor mijarên navxweyî, siyaseta Amerîka ya derve û serederiya bi kurdan re, ew bala beşekî mezin ji Kurdên Amerîka dikşîne ku pir caran li gor wê dengên xwe didin.

Bernameya Hest û Helwest îro ronî dide ser dengdana pêşwext û rol û nêzîkbûna Kurdên Amerîka bo van hilbijartinan û her wiha ciyawazîya di navbera beşdarbûna wan ya îsal ji salên borî.

Mêvanên bernameyê:

Hikmet Bamernî, niwênerê Partîya Demokrat a Kurdistanê PDKê li Amerîka, Azad Kobanî, endamê berê parlemana Sûriyê û Şêrko Ebbas Şîrovekarê siyasî li wîlayeta Utah.

ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 3/11/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG