Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hibijartinên 2020: Amerîkî Biyarê di Navbera Trump û Biden de Didin


USA Elections 2020
USA Elections 2020

Bi dehan milyon denderên Amerîkî dengên xwe didin da ku yan serokê amerîka yê komarî Donald Trump li koşka sipî bihêlin, yan jî cîgirê berê yên serokê Amerîka û kandîdê demokratan Joe Biden bikin serokê nû yê Amerîka.

Pêvajoyên dawî:

Proseya Dengdanê hîn berdewam e.

Biden roja hilbijartinan bi kombûnekê li wîlayeta Delaware dest pê kir û piştre li wîlayeta Pennsylvania tevlî alîgirên xwe bû û axaftinek li wir pêşkêş kir.

Trump roja xwe sibehê bi tevlêbûna bernameya “Fox & Friends” dest pê kir û piştre serdana bingehên dengdanê li wîlayeta Virginia kir berî ku vegere koşka spî.

Berpirsên navçeya Franklin li wîlayeta Ohio îro sêşemê got ku sîstema electronî ya derbasbûna xelkê bo bingeha dengdanê ji kar ket û ew neçar bûn bi riya bikaranîna pelan proseya derbasbûna xelkê berdewam bikin û wê pirsgirêkê bandor neda ser proseya dengdanê.

Xizmeta postê ya Amerîka got ku li wîlayeta Michigan û hin beşên wîlayetên North Carolina û Pennsylvania. Li Wîlayeta Michigan pêwîst e ew îro bigihin û li wîlayetên North Carolina û Pennsylvania jî pêwîste ew îro werin mor kirin ji aliyê postê ve, da ku bêne pejirandin û jimartin.

Projeya Amerîkî ya Hilbijartinan ku dengdana pêşwext dişopîne, got dora 638,000 pelên dengdanê berî roja Dûşemê 2yê mehê negihîştibûn berpirsên hilbijartinan li wîlayeta Pennsylvania. Projeyê got dora 476,000 pelên dengdanê li wîlayeta Michigan heta doh negihîştibûn.

Wezîrê bi wekalet ê ewlekariya niştimanî Chad Wolf ji peyamnêran re got “ti nîşan nînin” ku aliyên biyanî destêwerdan di hilbijartinan de kirine.

XS
SM
MD
LG