Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Hilbijartinên Amerîka li Kurdên Sûrîyê


Di demekê de ku hilbijartinên serokayetîya Amerîka derbasî hefteya xwe ya dawî dibin, cîhan bi tevahî riyaksyonên ciyawaz nîşan dide û pêşbîniyên xwe li dor endcam û bandora van hilbijartinan parve dike.

Kurdê Sûrîyê jî, ji nêzîk ve van hilbijartinan dişopînin û hêvî dikin ku encam çawa bin jî, Amerîka berdewam be di piştgirîya wan de û rê nede ku ti êrîş li dijî wan bibin.

Tirsek li cem Kurdên Sûrîyê heye ku Amerîka ji herêmên wan vekişe û ew bi tenê di nava şerê Sûrîyê bimînin, ji bo vê yekê ew siyaset û gotarên Donald Trump û Joe Biden bi balkêşî dişopînin.

Gelo hilbijartinên Amerîka dikarin çi bandora rasterast bidin ser statûya niha ya Kurdên Sûrîyê?

Serkeftina Trump an Biden dikare çi ciyawazîyê di çarenûsa Kurdên Sûrîyê de li ser erdê bike?

Pêşbîniyên siyasetmedar û çalakvanên Kurd di vê derbarê de çine û welatiyên wan navçeyan van hilbijartinan çawa dişopînin?

Taybetmendiya hilbijartinên îsal ji yên berê çi ye?

Bernameya hest û helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ferhad Baqir û Xebat Şakir
Ferhad Baqir û Xebat Şakir

Xebat Şakir, niwênerê partîya Yekîtiya demokrat(PYD) li Almanya û Parêzer Ferhad Baqir ku li Kobanîyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 27/10/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG