Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka ya Bexda Rastî Êrîşeke Muşekî Hat


Balyozxaneya Amerîka ya li Bexda îro Înê bû armanca êrşeke bi du muşekan, lê ti kes di êrîşê de nehatiye kuştin.

Balyozxaneya Amerîka ragihand ku ew guman dike ku komên girêdayî Îranê ew êrîş li dar xistiye, lê heta niha ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe.

Komên girêdayî Îranê meha Cotmehê êrîş biribûn ser bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê û ji wê çaxê vir ve cara pêşî êrîşek li balyozxaneyê li dar dikeve.

Ew komên çekdar ku di bin navê Berxwedana Îslamî ya li Îraqê de kom bûne, pirtir ji 70 êrîşên wisa pêk anîne.

Berxwedana Îslamî ya li Îraqê dîyar kiribû ku ew jiber piştgirîya Washingtonê ya jibo Îsraîlê êrîşên wiha dikin.

Balyozxaneya Amerîka piştî êrîşê dîyar kir ku ewê li gor mafê rêwa ya berevanîyê tevbigerin û bang li hikûmeta Îraqê kir ku jibo berevanîyê hemî tiştên pêdivî bike.

Xêncî karmendên dîplomatîk yên Amerîka, li Îraqê dora 2500 leşkerên Amerîkî hene ku dijî komên tundrê alîkarî û şîretan didin hêzên xwecîhî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG