Amerîkayê piştgîrîya xwe bo destpêşxeriya hikûmeta Îraqê ya tevlêkirina komên çekdar di nav sazîyên dewletê de diyar dike û wê wekî gaveke bingehîn ji bo vegerandina xweserî û aramîya neteweyî ya demdirêj binav dike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîye û Îraqê Tom Barrack li ser platforma X'ê, pesna pabendbûna Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir û diyar kir ku ev gav "bingeha nû ji bo rêveberîyeke nû ya Îraqê nîşan dide."
Barrack pesnê komên çekdar ên ku razî bûne çekên xwe radestî dewletê bikin da, û got ku "bawerîya Zeydî pir baş e" û destpêşxerî wekî "tenê destpêk" binav kir.
Nûnerê Amerîkayê bawerîya rêveberîya Serok Donald Trump bi Serokwezîrê Îraqê Zeydî dubare kir.
Serokwezîrê Îraqê ji bo medyayê ragihandibû ku ew kar dikin ji bo ku ligel hemû alîyan bicivin da ku hemû komên çekdar werin hilweşandin.
Di heman çarçoveyê de Zeydî îro Çarşemê biryar da ku komîteyeke hevbeş ava bike da ku pîvanên ji bo veqetandina ji Hêzên Heşda Şe'ibî û ji bo kontrola çekan di nav du rojên bê de bicîh bîne.
Ew biryar di civina Zeydî de ligel şandeyên komên Esayîb Ehl el Heq û Ketayîbên Îmam Elî hate ragihandin.
Serokê Civata Dadwerî ya Bilind Fayiq Zîdan spasîya Esayîb Ehl el Heq û Ketayibên Îmam Elî kir ji ber bersiva banga Desthilata Olî ya Bilind û parastina destûr û yasayê.
Zîdan di daxuyanîyekê de bang li komên çekdar ên mayî kir ku tevlî birayên xwe yên ku berê bi vê pêvajoyê razî bûne bibin û beşdarî pêkanîna ewlekarî û aramîya civakî bibin.
Îhsan el Şemmerî, Serokê Navenda Ramanên Siyasî, ji Dengê Amerîka re ku rêvebirîya Trump ji destpêka hilbijartina Zeydî ve piştgirîya xwe ji wî re dîyar kirîye û destnîşankirina Balyoz Barrack wek nûnerê taybet bo Îraqê, bi awayekî bê guman nîşan didin ku Amerîkayê li ser nexşerêyekê ji bo Îraqê tekez dike.
Şemmerî da zanîn ku "armanca vê nexşerêyê ew e ku Îraqê ji nû ve di Rojhilata Navîn entegre bike, û bibe beşek ji rêkeftinên ewlehî û jeopolîtîk ên siberojê. Wekî din, Washington hewl dide ku bandora Îranê li Îraqê bidawî bîne, ku ev tenê bi piştgirîya hewldanên hikûmetê yên ji bo bêçekkirina mîlîşyayan dikare were bidestxistin."
Şirovekarê Îraqî herwiha dibîne ku cezayên ku berî destnîşankirina Barrack li ser çend rêberên van komên çekdar hatine sepandin, ligel mercên Amerîkî yên dijwar li ser Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengî ya Şî'eyan, bi awayekî pir mezin bûn sedema ku beşek ji van komên çekdar biryara tevlêbûnê bidin.
Lê pisporê Îraqî di wê baweryê de ye ku hin komên din ên çekdar vê pêvajoyê red dikin, wek beşek ji vetoya Îranê û dijberîya wê ya li hember Washingtonê li Îraqê nîşan dide.
Şemmerî serkeftina vê pêvajoyê bi sîyaseta navxweyî a serokwezîrê Îraqê û şêwazê bicihînanê û têkilîya wî bi Îranê re ji bo razîbûna wê û misogerkirina bêçekkirina mîlîşyayan ve girêdide.
Koma El Nuceba îro Çarşemê radestkirina çekên xwe red kir û di daxuyanîyekê de ku li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, diyar kir ku helwesta wê ya li ser "çekê pîroz sozdar e û nehatîye û ne jî dê qet biguhere."